Seda Tolmaç
03 Adar 2025•Rojanekirin: 04 Adar 2025
Endeksa Bihayê Xerîdaran (TUFE) di meha sibatê da ji sedî 2,27, Endeksa Bihayê Hilberînerên Navxweyî (YÎ-UFE) jî ji sedî 2,12 zêde bû. Enflasyona salane di bihayê xerîdaran da ji sedî 39,05 û di bihayên hilberînerên navxweyî da jî ji sedî 25,21 hat qeydkirin.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), di meha sibatê da dema ku meriv bala xwe bide nîvendiya 12 mehan tê dîtin ku bihayê xerîdaran ji sedî 53,83, bihayên hilberînerên navxweyî jî ji sedî 37,55 zêde bû.
Di asta mehane da TUFE ji sedî 2,27 û YÎ-UFEyê jî ji sedî 2,12 zêde bû.
Enflasyona salane di bihayê xerîdaran da bû ji sedî 39,05 û di bihayên hilberînerên navxweyî da jî bû ji sedî 25,21.
Enflasyona salane di TUFEyê da ji Hezîrana 2023yan û vir va wek rêjeya herî kêm hat qeydkirin. Di Hezîrana 2023yan da enflasyona salane di TUFEyê da wek 38,21 hatibû tesbîtkirin.