Li Koreya Başûr balafireke rêwiyan ket, 75 kes mirin
Emre Aytekin
29 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2024
Beijing
Li Muana bajarê Koreya Başûr balafireke rêwiyan dema dadiket ji kontrolê derket û kete xwarê, li gorî tesbîtên ewil di qezayê da 75 kes mirin.
Li gorî nûçeya ajansa Yonhapê ya Koreya Başûr, balafira rêhewaya Jeju Airê dema ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Musanê ya li bajarê Muanê ya ku 288 kîlomêtro li başûrê rojavayê paytext Seulê ye dadiket, qeza kir.
Ekîbên agirkujiyê diyar kirin ku balafir dema daketinê ji kontrolê derket, ewil ji rêya pîstê derket û paşê jî çû li têla derûdora balafirgehê qelibî.
Ekîban şewata ku derket vemirandin, rêwiyek û xebatkarekî kabînê jî sax xelas kirin.
Ekîbên agirkujiyê daxuyandin ku li gorî tesbîtên ewil di qezayê da 75 kes mirin.
Di balafirê da 175 rêwî û 6 murettebat tevahî 181 kes hebûn û tê texmînkirin ku 179 kes mirine.
Balafirê sefera di navbera Bangkok û Muanê da dikir, ji bilî 2 welatiyên Taylandê hemû rêwî welatiyên Koreya Başûr bûn.
Hat ragihandin ku qeza ji ber xerabûna taximên daketinê ya balafirê çêbû.
Hat gotin balafira ku di daketina yekem da taximên wê yên daketinê venebûn, cara duyem dema daketina mecburî kir da ket xwarê.
Li Koreya Başûr balafireke rêwiyan ket, 75 kes mirin