Ömer Faruk Yıldız
16 Tebax 2021•Rojanekirin: 17 Tebax 2021
Li Endonezyayê di Çiyayê Agirîn ê Merapiyê da teqîn çêbû
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Teknolojî û Lêkolîna Afata Jeolojîkê (BPPTKG) hat dayîn, li gor saeta herêmî îro di 05.53yan da Çiyayê Agirîn ê Merapiyê teqiya û lav jê pekiya.
Piştî teqînê li ser 11 gundên herêmê xwelî barî.
Çiyayê Agirîn ê Merapiyê herî dawî di 10ê tebaxê da lav pekandibû.
Çiyayê Agirîn ê Merapiyê li Girava Cavayê ye û 2 hezar û 968 mêtre bilind e. Çiya di 2010ê da teqiyabû û 347 kes miribûn.