22 Sibat 2017•Rojanekirin: 24 Sibat 2017
CAKARTA
Li Cakartaya bajarê Endonezyayê ji ber şiliyê leyî rabû û 2 kes mirin, bi hezaran xanî di bin avê da man.
Sutopo Purwo Nugrohoyê Berdevkê Ajansa Afata Neteweyî got ji ber şiliya ku ev hefteyek e bênavber dewam dike li 54 herêmên Cakartayê leyî rabû.
Nughoro destnîşan kir ku cesedê 2 kesên ku bi ro da çûbûn hat dîtin, bi hezaran xanî di bin avê da man û hezar û 314 malbat di tesîra lehiyê da man.
Nughoro diyar kir ku kesên di bin tesîra lehiyê da man tehliyeyî herêmên ewledar dikin.
Li hin herêman kurahiya avê gihîşte 2 metreyan, ekîban li gelek herêman konên alîkariyê danîn.
Ji ber afatê gelek rê ji çûyîn û hatinê ra hatin girtin û li bajêr di tirafîkê da tengasî derdikevin.