İbrahim Atmaca
2021 ж. 28 наурыз•Rojanekirin: 2021 ж. 29 наурыз
Li bajarê Makassarê yê paytextê eyaleta Sulawesiya Başûr a Endonezyayê bi bombeyan êrîşî dêrê kirin û di êrîşê da 14 kes birîndar bûn.
Berpirsê Têkiliyên Gel a Ewlehiya Sulawesiya Başûr E Zulpan daxuyanî da û diyar kir, li gor tedqîqata ewil bûyer êrîşa xwekujiyê ye.
Berdevkê Midûriya Ewlehiya Neteweyî Argo Yuwono jî diyar kir, di êrîşa dêrê da 14 kes birîndar bûn û tedawiya wan li nexweşxaneyê dewam dike û hêzên asayîşê yên dêrê jî di nav da ne.
Li gor daxuyaniya ku ji Ewlehiya Sulawesiya Başûr hat dayîn, 2 êrîşkarên ku siwarê motosîkletê bûn, yekî li gor saeta herêmî di 10.28ê da bombeya li ser xwe teqand. Der barê êrîşkarê din da tu daxuyanî nehat dayîn.
Cimaet û saziyên civaka sivîl ên Îslamî yên weke Nahdlatul Ulama (NU) û Meclisa Ulemayan (MUI) êrîş şermezar kir.
Şaredarê Makassarê Mihemed Ramadhan Pomanto diyar kir, di dêrê da seba ayînê meriv civiyabûn û di êrîşê da tiştek bi wan nehat.
Hê kesî êrîşa pêşiya dêrê hilnedaye ser xwe.