İbrahim Atmaca
28 Adar 2021•Rojanekirin: 28 Adar 2021
Li bajarê Makassarê yê paytextê eyaleta Sulawesiya Başûr a Endonezyayê bi bombeyan êrîşî dêrê kirin.
Berpirsê Têkiliyên Gel a Ewlehiya Sulawesiya Başûr E Zulpan daxuyanî da û diyar kir, li gor tedqîqata ewil bûyer êrîşa xwekujiyê ye.
Şaredarê Makassarê Mihemed Ramadhan Pomanto diyar kir, di dêrê da seba ayînê meriv civiyabûn û piştî êrîşê rewşa merivên ku di dêrê da bûn, baş e.
Pomanto bangî gel kir ku guh nedin agahiyên ser medyaya civakî û daxuyand ku li herêmê tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin, derbarê bûyerê da tedqîqat dewam dike.
Li gor rayedarên ewlehiyê li cihê ku teqîn çêbûye perçeyên cesedan hene, lêkolîn dewam dike ku ev perçe werin tesbîtkirin bê ka yên êrîşkar e yan yên kesekî din e.