İbrahim Atmaca
28 Adar 2021•Rojanekirin: 29 Adar 2021
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, Fermandariya Dibistana Komandoyên Çiyê û Navenda Perwerdeyê ya li Ispartayê perwerdeya çiyageriyê da personelên artêşa Azerbeycanê.
Li ser hesabê Twitterê ya WPNyê wiha hat gotin, "Fermandariya me ya Dibistana Komandoyên Çiyê û Navenda Perwerdeyê 'Perwerdeya Çiyageriyê' da birayên me yên mensûbê Artêşa Azerbeycanê ya Qehreman." û wêneyên perwerdeyê hatin parvekirin.