Li Endonezyayê bi mezinahiya 5,6an erdhej çêbû
Erdheja ku lerza wê 5,6 e 212 kîlomêtre dûrî başûrê herêma Pangandaran a li ser eyaleta Cavaya Rojavayê çêbû
Jakarta Raya
Li Cavaya Rojava ya eyaleta Endonezyayê bi mezinahiya 5,6an erdhej çêbû.
Saziya Meteorolojî, Avûhewa û Jeofîzikê ya Endonezyayê (BMKG) ragihand ku erdhej 212 kîlomêtre dûrî başûrê herêma Pangandaran a li ser eyaleta Cavaya Rojava 33 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
BMKGyê ewil lerza erdhejê wek 5,9 daxuyand lê paşê wek 5,6 sererast kir.
Piştî erdhejê jî hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.
Li gor agahiyên ewil di erdhejê da tu mirin û birîndarî çênebû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.