Dinya

Li Yêmenê 80 Hûsî hatin kuştin

Li Kutubaya navçeya Daliya wîlayeta Yêmenê fermandarê yekîneyê jî tev 80 Hûsî hatin kuştin

Haydar Şahin  | 18.05.2019 - Rojanekırın : 19.05.2019
Li Yêmenê 80 Hûsî hatin kuştin

Ankara

Di pevçûnên li Kutubaya navçeya Daliya wîlayeta Yêmenê da fermandarê yekîneyê jî tev 80 Hûsî hatin kuştin.

Li gor xebera "September Net"a malpera artêşa Yêmenê, hêzên eskerî yên bi piştgiriya hêzên berxwedana gel li Daliyê pêşketina xwe didomînin.

Di pevçûnên li Kutubaya ku ji Hûsiyan paşda hat sitandin da Mihemed Senhaniyê fermandarê qadê jî tev 80 Hûsî hatin kuştin, bi dehan milîtan jî birîndar bûn.

Wekî mayîn hat gotin ku eskeran dest dan ser gelek wesayîtên eskerî, sîlah û cebilxaneyên Hûsiyan.

Di daxuyaniya hêzên Hîzam Emni yên Mîrektiyên Yekbûyî ya Ereb piştgiriyê dide da hat diyarkirin ku hêzên hikûmetê û hêzên Hîzam Emnî duh ber destê sibê ji 3 aliyan va operasyon birin ser Kutubayê, di encama operasyonê da tevahiyê navçeyê hat hildan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın