Türkan Tosun
17 Adar 2019•Rojanekirin: 18 Adar 2019
Li Papuaya eyaleta Endonezyayê di lehiyê da 70 kes mirin.
Rayedarên eskerî yên eyaleta Papuayê daxuyandin li Jayapuraya paytexta eyaleta Papuayê ji ber barana gur a ku duh dest pê kir lehî çêbû û 70 kes mirin.
Rayedaran got herî zêde lehî li Sertaniya herêma Jayapurayê çêbû û li vir 63 kes, li herêma Amperayê jî 7 kes mirin.
Hat gotin heta niha ji 3 hezarî zêdetir kes ji herêmê hatine texliyekirin.
Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afatê ya Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho daxuyandibû ku di lehiyê da 59 kes birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.
Di meha çileya paşîn da li eyaleta Sulawesiya Başûr dîsa ji ber barana gur lehî çêbûbû û 68 kes mirîbûn.
Li Endonezyayê ji ber ku avûhewaya tropîkal heye û baranên musonê dibarin her sal lehî û hezaz çêdibin.