Türkan Tosun
23 Mijdar 2019•Rojanekirin: 24 Mijdar 2019
Li eyaleta Papuya Rojava ya Endonezyayê bi lerza 6,1ê erdhej çêbû.
Saziya Meteorolojî, Avûhewa û Jeofîzîkê ya Endonezyayê daxuyand ku navenda erdhejê 280 kîlomêtro bakurê rojhilatê herêma Tambrauwê ya li ser eyaleta Papuya Rojavayê ye.
Hat daxuyandin erhedj 10 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye.
Di erdhejê da tiştek bi kesî hat an na, zirar çêbû an na der barê van da agahî nehat dayîn.
Piştî erdhejê hişyariya tsunamiyê jî nehat dayîn.
Li Ambona paytextê eyaleta Malukuyê di 26ê Îlonê da bi lerza 6,8an erdhej çêbûbû û 36 kes mirbûn.