Ahmet Aydın
23 Mijdar 2019•Rojanekirin: 25 Mijdar 2019
ÎSTANBUL (AA) - Cîgirê Serokê DYAyê Mike Pence ku bi awayekî surprîz serdana Iraqê kir, piştî dîtina eskerên DYAyê digel Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî civiya.

Li gorî nûçeyên medyaya HKIyê, Pence li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê digel Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî civiya.

- Pence peywendiyeke telefonî digel Serokwezîriya Iraqê Evdilmehdî encam da
Li gorî daxuyaniya Nivîsgeha Serokwezîriya Iraqê, Pence li Eynul Esada li rojavayê wîlayeta Enbarê serdana eskerên DYAyê kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Pence û Evdilmehdî di peywendiya telefonê de li ser mijarên weke hêzdarkirina têkilî û piştevaniya di navbera herdu welatan de axivîne. Herwiha di peywendiyê de behsa îcraet û çaksaziyên ji bo bersivdana daxwaza ku di xwepêşandanên dijî hikûmetê de hatibûn rojevê, kirin.