Türkan Tosun
30 Hezîran 2019•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2019
Milîtanên Talibanê li Marufa navçeya Kandahara Efxanistanê bi 4 wesayîtên bombebarkirî êrîş kirin, di êrîşan da 11 kes hatin kuştin.
Midûrê Ewlehiya Kandaharê Tadîn Han ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand milîtan ji bo kontrola navçeya Marufê bi dest bixin nêzîkî avahiyê qaymeqamtiyê bi 4 wesayîtên bombebarkirî va êrîş kirin.
Han got di êrîşan da 11 kes hatin kuştin, 27 hêzên ewlehiyê jî birîndar bûn.
Han daxuyand piştî êrîşî pevçûn derket û 21 milîtanên Talibanê jî hatin kuştin.
Ji hêla din Serokê Bajêr ê Kandaharê yê Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe ya Efxanistanê Haşim Duranî jî got di nav kesên mirine de 8 endamên komîsyona hilbijartinê hene.
Talibanê jî daxuyaniyek da û îdia kir 57 esker hatine kuştin.