Haydar Şahin
28 Tebax 2017•Rojanekirin: 29 Tebax 2017
KABUL
Hat ragihandin ku li Helmanda wîlayeta Efxanistanê di êrişa xwekujiyê da 13 kes hatin kuştin.
Berdevkê Walîtiya Helmandê Omer Zuwak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku êrişkarê xwekujiyê li Dupula herêma li ser navçeya Nawahê nêzîkî konvoya leşkeran bû û bombeya li ser xwe teqand.
Zuwak destnîşan kir ku di êrişê da 13 kesên ku di nav wan da sivîl jî hene hatin kuştin û 19 kes jî hatin birîndarkirin.
Rêxistina Talîbanê berpirsyariya êrişê hilda ser xwe.