Haydar Şahin
18 Tebax 2019•Rojanekirin: 19 Tebax 2019
Hat ragihandin ku li Kabula paytextê Efxanistanê duh êvarê li saloneke dawetê teqîn çêbû û 63 kesên di nav wan da zarok jî hene mirin û 182 kes jî birîndar bûn.
Feroz Beşariyê Berdevkê Hikûmetê diyar kir ku di êrîşa li ser Qesrê Duabiya salona dawetê ya li Kabulê da da 63 kes hatin kuştin û 182 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku êrîş li gor saeta herêmî di daet 22.40î da hat kirin, êrîşkarê xwekujiyê li rexê dika muzisyen, zarok û gel li ser bûn bombe teqand.

Sadiq Sadiqiyê Berdevkê Serokomariya Efxanistanê li ser Twitterê peyam weşand, êrîşa terorê şermezar kir û got, "Ji ber êrîşa li ser salona dewatê ya li Kabulê em gelekî li ber xwe ketin. Sûc li dijî gelê me hatiye kirin. Meriv çawa însanekî perwerde dike û jê ra dibêje here xwe di dawetê da bieqîne?"
Êrîş li rojavayê Kabulê ya ku koma Şiiyên Hazara lê dijîn hat kirin, êrîş wekî êrîşa herî bi xun a îsal tê nirxandin.
Hetanî vê gavê kesî berpirsyariya êrîşê hilneda ser xwe û Talîbanê jî êrîş şermezar kir.
Li ser konana ku salona dawetê jî lê ye di 7ê tebaxê da bi wesayîta bombebarkirî êrîşî hêzên ewlekariyê kiribûn, di êrîşê da 14 kes hatibûn kuştin û piraniya sivîl 145 kes birîndar bibûn.