Li Xezeyê cesedê 3 ciwanên ku eskerên Îsraîlê şehîd kirin hatin dîtin
Nêzî sînorê Şirîda Xezeyê ku di bin ablûqeyê da ye, cesedên 3 ciwanên ku bi destê eskerên Îsraîlê hatin şehîdkirin, hatin dîtin
Palestinian Territory
Nêzî sînorê Şirîda Xezeyê ku di bin ablûqeyê da ye, cesedên 3 ciwanên ku bi destê eskerên Îsraîlê hatin şehîdkirin, hatin dîtin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, nêzî sînorê Şirîda Xezeyê cesedê Mehmûd el-Wilayîde (24), Mihemed Ebû Namûs (27) û Mihemed et-Teramîsî (26) yên Filistînî ku bi destê eskerên Îsraîlê hatin şehîdkirin, hatin dîtin.
Artêşa Îsraîlê daxuyandibû ku duh bi şev li ser sînorê Şirîda Xezeyê Filistînî hatin dîtin û li gor îdiayê di destê wan da çek hebûn û wan jî gule berdan Filistîniyên çekdar.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.