13 Îlon 2019•Rojanekirin: 14 Îlon 2019
Li navenda Efrîna li bakurê Sûriyeyê bi wesaîta bombebarkirî êrîşa bombeyî hat kirin û li gor agahiyên ewil 13 sivîl birîndar bûn.
Li Efrînê li ciyê ku sivîl lê zêde ne wesaîta bombebarkirî hat teqandin.
Di teqîna ku beriya nimêja înê hat kirin da li gor agahiyên ewil zarok jî di nav da 13 sivîl birîndar bûn.
Ekîbên parastina sivîl yên çûn ciyê bûyerê birîndaran rakirin navendên tenduristiyê. Ekîban midaxeleyî şewata ku piştî teqînê derket kirin.
Ji ber teqînê li derdorê xisar çêbû.
Hêzên ewlehiyê yên çûn herêmê li ser îhtimala ku êrîşa ji hêla YPG/PKKya rêxistina terorê va hatibe kirin disekinin.
Li navenda Efrînê 8ê Tebaxê bombeya ku kiribûn motorbisqilêtê hatibû teqandin û ji ber teqînê 2 kes hatibûn kuştin û 9 kes birîndar bûbûn.