Dinya

Ji Trump peyama "Îran dixwaze bi me ra hevdîtinê bike"

Serokê Amerîkayê Donald Trump: "Ez dikarim bibêjim ku Îran dixwaze bi me ra hevdîtinê bike"

Abdullah Tel  | 13.09.2019 - Rojanekırın : 14.09.2019
Ji Trump peyama "Îran dixwaze bi me ra hevdîtinê bike"

Washington DC

Serokê Amerîkayê Donald Trump got "Ez dikarim bibêjim ku Îran dixwaze bi me ra hevdîtinê bike."

Trump berî ku biçe bajarê Baltimoreya ser eyaleta Marylandê li baxçeyê Qesra Spî pirsên rojnamegeran bersivand.

Rojnamegeran mijara hevdîtina ku dibêjin wê bi Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî ra bike û ev çendeke di rojevê da ye anîn bîra Trump û li ser vê wî jî got "Ez dikarim bibêjim ku Îran dixwaze bi me ra hevdîtinê bike."

Dihat îdiakirin ku di şûna John Boltonê ji wezîfeya Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî ya Qesra Spî hat dûrxistin wê Wezîrê Karên Derva Mike Pompeo bê bicihkirin lê Trump got ku ew tiştekî wisa nafikirin.

Di daxuyaniya xwe ya duh da Trump gotibû ku ew di şûna Bolton da li ser 5 kesî difikirin lê di daxuyaniya xwe ya îro da jî got ku niha ji bo heman wezîfeyê 15 namzed hene.

- Ji bo îdiayên ku Îsraîl sîxuriyê dike, bersiv da

Serokê Amerîkayê Trump diyar kir ku karê Şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî karekî hêsan e û wiha pê da çû: "Hûn zanin ku ev kar çima hêsan e? Lewra hemû biryaran ez didim û hewce nake ku hûn bixebitin."

Tê gotin ku Îsraîl di du salên dawîn da li dor û bera Qesra Spî û saziyên girîng ên li Washîngtonê ne amûrên saloxgeriyê bi cih dike, li Trump û ekîbên wî guhdar dike.

Trump jî li ser pirsa der barê van îdiayan da got: "Ez bawer nakim ku ev yek rast be lê her tişt jî mimkûn e."

Ji bo hevdîtina bi Koreya Bakûr ra jî Trump peyam da ku deriyên wan vekiriye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.