Abdullah Tel
13 Îlon 2019•Rojanekirin: 14 Îlon 2019
Li Sûriyeyê di êrîşên rejima Beşar Esed dibe ser bajarê Îdliba dikeve li bakurê rojavayê welêt da 3 kes hatin kuştin.
Rejima Esed duh êvarê him ji hewayê va û him jî ji bejayê va êrîşî navçeya Kefrenbîlê, bajaroka Keferrûmê, gundên Sirce, Xas, Şînan û Marzîtayê kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên Parastina Sivîl (Kum Spiyan) hat hildan di êrîşên topê yên rejimê da li Keferrûmayê sivîlek û li navçeya Kefrenbîlê jî 2 sivîl hatin kuştin.
Balafirên şer ên Rûsyaya ku piştgirê rejimê ye jî duh derengiya şevê êrîşî Aynata, Bînîn û Şînan a gundên Îdlibê ne, kirin.
Rejim û Rûsyaya piştgirê wê piştî 12 rojan duh dest bi êrîşên esmanî yên li ser cihê sivîl lê dijîn, kiribûn. Di êrîşên duh da yek jê zarok 2 sivîl hatibûn kuştin.
Ji roja mitebeqata ku Tirkiye û Rûsyayê di 17ê îlona sala 2018an da îmze kiribûn vir va li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê 219 jê jin, 341 jî zarok bi tevahî hezar û 282 sivîl hatin kuştin.
Di encama êrîşên rejima Beşar Esed û Rûsyayê da nêzî milyonek û 42 hezar sivîl ên ku ji cî û warên xwe bûne koçî cihên nêzî sînorê Tirkiyeyê ne kirin.