Dinya

Til Rifatiyan YPG/PKK û rejima Esed protesto kirin

Li Sûriyeyê gelê Til Rifatê ya ji ber ku YPG/PKKya rêxistina terorê erdê wê dagir kiribû mecbûr ma koç kir li Ezaza nêzî sînorê Tirkiyeyê rêxistin û rejima Beşar Esed protesto kirin û xwestin ku vegerin malên xwe

13.09.2019 - Rojanekırın : 14.09.2019
Til Rifatiyan YPG/PKK û rejima Esed protesto kirin

Azez

Li Sûriyeyê gelê Til Rifatê ya ji ber ku YPG/PKKya rêxistina terorê erdê wê dagir kiribû mecbûr ma koç kir li Ezaza nêzî sînorê Tirkiyeyê rêxistin û rejima Beşar Esed protesto kirin û xwestin ku vegerin malên xwe.

Gelê Til Rifatê piştî nimêja înê li Ezazê kom bû li pêşiya Deriyê Sînor ê Babuselamê YPG/PKKya rêxistina terorê ya malên wan dagir kir û rejima Esed a bombeyan di ser Îdlibê da dibarîne protesto kir.

Til Rifatiyên beşdarî çalakiyê bûn pankartên li ser wan nivîsên wekî "Êdî dema vegerê nehat?", "Konên me yên kevnare ne germahiya havînê ne jî sermaya zivistanê tamîş dibin", Neron mir lêbelê Roma nemir", "Esadê here, Sûriyeyê bimîne", "Qetlîamên Esed û Putîn bidin sekinandin" dan destê xwe.

Til Rifatiyên di kampên li Ezazê jiyana xwe didomînin di çalakiyê da bi dirûşmeyan gotin ku dixwazin vegerin malên xwe.

Navçeya Til Rifatê ya li bakurê Sûriyeyê kêmzêde 3 sal e di dagiriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ye. YPG/PKKyê di serê sala 2016an da bi piştgiriya ji hewayê ya Rûsyayê va Til Rifat dagir kiribû.

250 hezar Erebên gelê navçeyê 3 sal e li Ezazê sitar bûne û li bendê ne ku erdên wan ji dagiriya YPG/PKKyê were paqijkirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın