Dinya

HMNyê di operasyonê da fermandarên Hefter kuştin

Li Libyayê hêzên Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî ya xwedî meşrûiyeta navneteweyî ye bi teyareyên bêmirov ên çekdar va êrîşî hêzên General Xelîfe Hefter kirin, di êrîşê da 2yê wan fermandarên payebilind 3 kes hatin kuştin

Haydar Şahin  | 14.09.2019 - Rojanekırın : 15.09.2019
HMNyê di operasyonê da fermandarên Hefter kuştin

Libyan

Li Libyayê hêzên Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya xwedî meşrûiyeta navneteweyî ye bi teyareyên bêmirov ên çekdar va êrîşî hêzên General Xelîfe Hefter kirin, di êrîşê da 2yê wan fermandarên payebilind 3 kes hatin kuştin.

Di hesabê Facebookê ya hêzên Hefter da wiha hat gotin: "Di encama êrîşa HMNyê da Mîralay Ebdilwehab el-Makriyê Fermandarê Lîwaya 9an a Terhuneyê, Serpel Muhsîn el-Kaniyê ji fermandarên hêzên piştgiriyê, Ebdilezîm el-Kaniyê esker hatin kuştin, serê malbata wan sax be."

Lîwaya 9an a Tarhuneyê ji komên milîsên li aliyê Hefter şer dikin pêk tê.

Hêzên HMNya xwedî meşrûiyeta navneteweyî ye diyar kiribû ku êrîşî navenda operasyona sereke ya Baregeha Hewayê ya Cufrayê ya hêzên General Hefter kirin û vegerandin xirabeyê, di bûyerê da 6 serbazên biyanî hatin kuştin.

Li Libyaya ji sala 2011î vir da pirgirêka meşrûiyetê lê heye di navbera HMNyê û hêzên Hefter da pevçûn derdikevin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın