Nihat Kavşut
14 Îlon 2019•Rojanekirin: 15 Îlon 2019
Derket holê ku meha borî Donald Trumpê Serokê Amerîkayê li Fransayê di Civîna G-7an da der heqê Ebdulfettah es-Sîsiyê Serokomarê Misrê da gotiye ku "dîktatorê min ê favorî."
Li gor nûçeya rojnameya Wall Street Journalê ku agahî ji rayedarên Amerîka û Misrê hatine hildan Trump wexta li hêviya Sîsî disekine bi dengekî bilind diqîre û dibêje "Dîktatorê min ê favorî li ku ye?"
Li gor qinaeta rayedaran Trump bi gotinên xwe yên der heqê Sîsî da henekan dike, lê dîsa jî dibêjin ku piştî van gotinan bêdengî çêbû.
Di nûçeyê da nehat behskirin ku Sîsî gotinên Trump bihîstiye yan nebihîstiye.