Haydar Şahin
31 Gulan 2018•Rojanekirin: 01 Hezîran 2018
ANKARA
Kîm Kardashîana ji alema magazînê ya bi nav û deng ji bo mehkûmekê ji Donald Trumpê Serokê Amerîkayê efû xwest.
Li gor xebera BBCyê, Kîm Kardashîan ji bo ku Alîce Marîe Johnsona pîrika 63 salî ya cezayê hepsa hetahetayî xwariye were efûkirin bi Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ra hat ba hev.
Trump di hesabê xwe yê Twîtterê da got ku bi Kardashîanê ra "hevdîtineke pir xweş" kir, Kardashîanê jî ji Trump ra sipas kir û got, "Hêviya me ew e ku Serok ew ê Alîce Marîe Johnsona ji ber hişbirê cezayê hepsa hetahetayî xwariye efû bike."
Alice Marie Johnsonê ji ber ku di navbera bazirganên hişbirê da name biriye û aniye di sala 1996an da bi şertê bêtexliye cezayê hepsa hetahetayî xwariye.
Malbat û alîgirên wê dibêjin ku Johnson di gelek bernameyan da çalak e û mehkûmeke mînak e.
Tê gotin ku Jared Kushnerê zavayê Trump ev demeke dirêj e di mijara Johnsonê da bi Kardashîanê ra diaxive.