KABÛL
Di êrîşa xwekujiyê ya ku li Kabûla paytextê Efganistanê hat kirin de 7 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Polêsên Kabûlê Haşmetullah Stanîkzaî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku êrîşvanekî di demên sibê de êrîşî otobêseka Hêzên Hewayê kir.
Stanîkzaî der barê bûyerê de wiha axivî: "Lêkolînên me yên der barê bûyerê de hê didomin. Li gor agahiyên ku me ji nexweşxaneyên cûda hilda 7 kes mirin û 16 kes jî birîndar bûn.
Stanîkzaî diyar kir ku rewşa birîndaran giran e û ev êrîş karê dijminên Efganistanê ye.
Wezareta Parastinê a Efganistanê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku 4 endamên Hêzên Hewayê yên Efganan mirin û 5 endamên wan jî birîndar bûn.
Talîbanê bûyer hilda ser histûyê xwe. Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku endamekî Talîbanê ev bûyer kiriye û di êrîşa xwekujiyê de gelek leşkerên efgan hatine kuştin.