Hat ragihandin ku êrîşkarî li retorantê kesek birîndar kiriye û hin kes rehîn girtine. Polês ji bo ku rehîneyan xilas bikin bi êrîşkar re mizakereyê dikin.
Elif Orhan
24 Tebax 2017•Rojanekirin: 25 Tebax 2017
New York
NEW YORK
Hat ragihandin ku li Charlestona bajarê eyaleta Carolinaya Başûr a DYAyê di êrîşa çekdarî ya ku li restoranekî li bajêr hat kirin de kesek birîndar bû û hin kes jî ji aliyê êrîşkar ve rehîn hatin girtin.
Şaredarê Charlestonê John Tecklenburg daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku êrîşkar xebatkarê restoranê ye, wisa texmîn dikin ku ji ber pirsgirêkên li cihê kar ev êrîş kiriye.
Tecklenburg da zanîn ku êrîşkar piştî ku ketiye restoranê kesek birîndar kiriye û hin kes jî rehîn girtine û ekîbên pispor ji bo ku rehîneyan xilas bikin mizakereyê dikin.
Di vê navberê de hat diyarkirin kesê birîndar bûye şefê restoranê ye lê belê der barê rewşa tenduristiya wî de agahî nehat dayîn.
Tu agahî nehat dayîn ka çend kes rehîn hatine girtin.