Sevim Hatun
24 Tebax 2017•Rojanekirin: 24 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Alî Çinarê Serokê Turkish Heritage Organization (THO) ya ku navenda wê li Washington DCyê ye got ku dibistanên bipeyman (charter) ên FETOyê yên li DYAyê ji bo aboriya rêxistinê çavkaniyên girîng in.
Alî Çinar destnîşan kir ku FETO bi saya dibistanên charter ên li DYAyê li wir ji xwe re alîgiran kom dike.
Çinar got ku li Amerîkayê FETO bi navê "Tevgera Gulen" tê nasîn û wekî rêxistineke ji alîkariyê hez dike tê dîtin û wiha dewam kir: "Mixabin piraniya amerîkayiyan rastiya van dibistanan nizanin. Dibêjin qey li van dibistanan xwendekarên xizan didin xwendin. FETO bi saya dibistanên charterê yên li Amerîkayê 730 milyon dolarî kom dike"
Çinar diyar kir ku ji 50 eyaletan li 26 eyaletan dibistanên FETOyê hene.