03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
ÎZMIR
Li 14 wîlayetên ku Îzmir weke navend bû ji wan ra, dijî rêxistina terorê ya Fethullahî/Dezgeha Dewleta Paralel (FETO/PDY) operasyon hat lidarxistin 16 ji wan 25 kesên ku biryara girtinê der barê wan da derketibû hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê stendin, Serdozgeriya Îzmirê, di çarçoveya lêpirsînê ya doza "Bidestxistina belge û zanyariyên veşartî yên leşkerî" ku weke "sîxuriya leşkerî" tê zanîn, der barê 25 kesan da biryara girtinê da.
Di vê çarçovê da hevdem tevî Îzmirê li 14 wîlayetan operasyon dan destpêkirin. 16 kes ku di nav wan da endamên ewlekariyê jî hebûn hatin binçavkirin. Hat tesbîtkirin ku hinek ji wan 9 kesên fîrarkirî li dervayî welêt in.
Polêsan gumanbar birin Rêveberiya Ewlekariyê ya Wîlayetê.