Dinya, Koronavîrus

Li DYAyê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê 227 hezar derbas kir

Ahmet Aydın  | 23.10.2020 - Rojanekırın : 23.10.2020
Li DYAyê hejmara mirinên ji ber Kovîd-19ê 227 hezar derbas kir

New York

 Li DYAyê hejmara mirinên ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) gihişt 227 hezar û 419an.

DYAya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, zêdebûna hejmara miriyan lê berdewam e.

Li gorî daneyên ku li ser malpera "Worldmeter"ê hatin parve kirin, li DYAyê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn de 63 hezar û 871 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin û hejmara pêketiyan gihişt 8 milyon û 585 hezar û 7487an.

Hejmara mirinên ji ber Kovîd-19 di 24 saetên dawîn de 1199 zêde bû û gihişt 227 hezar û 419an.

Li wî welatî heta nuha hejmara rehetbûyan 5 milyon û 603 hezar û hejmara testan 128 milyon û 665 hezar derbas kir.

Li Californiaya ya ku eyaleta herî zêde ji Kovîd-19ê bi bandor e heta nuha 869 hezar û 513 pêketî hatine tesbîtkirin.

Bi dû Californiayê de bi 888 hezar û 305 pêketiyan Teksas û bi 762 hezar û 534 pêketiyan Florîda tê.

Di warê hejmara mirinan de eyaleta New Yorkê bi 33 hezar û 5237 miriyan di rêza serî de cih digire.

Bi dû DYAyê de bi zêdetir ji 7 milyon û 708 hezar pêketiyan Hîndistan û bi zêdetir ji 5 milyon û 300 hezar pêketiyan Brezîlya tê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın