Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 41 milyon û 994 hezarî derbas bû

Abdullah Tel  | 23.10.2020 - Rojanekırın : 23.10.2020
Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 41 milyon û 994 hezarî derbas bû

Ankara

Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuhana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, ji 41 milyon û 994 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 142 hezar û 745 kes ji ber şewbê mirin.

Jimara pêketiyan derket 41 milyon û 994 hezar û 636an, 31 milyon û 187 hezar û 307 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî baş bûn. Li ser rûyê dinyayê 9 milyon û 664 hezar û 584 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.

Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 8 milyon û 661 hezar û 651î û ji ber şewbê heta niha 228 hezar û 381 kes jî mirin.

Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 300 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:

"Hindistan (7 milyon û 761 hezar û 312), Brezîlya (5 milyon û 332 hezar û 634), Rûsya ( milyonek û 463 hezar û 306), Îspanya (milyonek û 90 hezar û 521), Arjantîn (milyonek 53 hezar û 650), Fransa (999 hezar û 43), Kolombiya (990 hezar û 270), Perû (879 hezar û 876), Meksîka (874 hezar û 171), Îngiltere (810 hezar û 467), Afrîkaya Başûr (710 hezar û 515), Îran (550 hezar û 757), Şîlî (497 hezar û 131), Îtalya (465 hezar û 726), Iraq (442 hezar û 164), Almanya (403 hezar û 874), Bangladeş (394 hezar û 827), Endonezya (377 hezar û 541), Filipîn (363 hezar û 888), Tirkiye (355 hezar û 528), Erebistana Siûdî (343 hezar û 774), Pakistan (326 hezar û 216), Ukrayna (322 hezar û 879) û Îsraîl (308 hezar û 247).”

Ji bilî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas dibe ev in:

"Brezîlya (155 hezar û 962), Hindistan (117 hezar û 336), Meksîka (87 hezar û 894), Îngiltere (44 hezar û 347), Îtalya (36 hezar û 968), Îspanya (34 hezar û 521), Fransa (34 hezar û 210), Perû (33 hezar û 984), Îran (31 hezar û 650), Kolombiya (29 hezar û 636), Arjantîn (27 hezar û 957), Rûsya (25 hezar û 242), Afrîkaya Başûr (18 hezar û 843), Şîlî (13 hezar û 792), Endonezya (12 hezar û 959), Ekvador (12 hezar û 500), Belçîka (10 hezar û 588), Iraq (10 hezar û 465) û Almanya (10 hezar û 44)."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.