Haydar Şahin
23 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2020
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê Mihemed Ednan Afyoniyê miftiyê Şamê yê rejima Beşar Esed di encama teqîna wesayîta wî ya ku bombe tê da bi cî kiribûn hat kuştin.
Li gor SANAya ajansa xeberan a rejima Esed, li Qadsiyaya bajaroka li nêzî Şamê bombeya di wesayîta Afyonî da hatibû bicîkirin teqiya û Afyonî mir.
Di xeberê da der barê kujer da tu agahî nehatin parvekirin.