Halime Afra Aksoy
31 Adar 2026•Rojanekirin: 31 Adar 2026
Hat ragihandin, li Dubaiya bajarê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereban (MYE) piştî ku pergalên parastina asîmanî çalak bûn, dengê teqînan hat bihîstin.
Di daxuyaniya li ser hesabê Ofîsa Çapemeniyê ya Hikûmeta Dubaiyê ya platforma medyaya civakî ya şîrketa Xê ya navend Amerîka da der heqê geşedanan da agahî hat dayîn.
Hat diyarkirin, li herêmên cuda yên Dubaiyê piştî ku pergalên parastina asîmanî çalak bûn, dengê teqînan hat bihîstin.
Hat destnîşankirin, dengê ku hat bihîstin, ji ber midaxeleya pergalên parastina asîmanî bûn.
Di daxuyaniyê da bang li gel hat kirin ku geşedanan ji qanalên fermî bişopînin.