Ömer Faruk Yıldız
21 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2021
Li eyaleta Henanê ya li naverasta Çînê ji ber barana gumrah lehî rabû û di encamê da herî kêm 12 kes mirin.
Li gorî nûçeya ajansa dewleta Çînê Xinhuayê, li bajarê Zhengzhouyê yê Henanê piştî barana ku duh barî, lehî rabû û însan di ro da çûn.
Ekîbên lêgerîn û xilaskirinê heta niha li herêmên lehiyê lê da, cesedên 12 kesan dîtin, zêdeyî 100 hezar kesî jî li herêmên ewle hatin bicihkirin.
Di vîdeoyên ku li ser medyaya civakî der heqê lehiyê hatin parvekirin da jî xuya kir ku kuçeyên Zhengzhouyê bûn gol û wesayît di avê da çûn xwarê.
Di daxuyaniya nivîskî ya rêveberiya herêmî ya Zhengzhouyê da hat diyarkirin ku kontrolkirina lehiyê pir zehmet e û asta bobelatê awarte bilind e.