ŞANGHAY
Li gor agahiyên Ajansa Şînhûayê erdhej di saet 05.23an de qewimî. Navenda erdhejê bajaroka Zuogongê ya li Herêma Xweser a Tîbetê ye û erdhej 10 kîlometre di bin erdê de pêk hat.
Hat diyarkirin ku di erdhejê de tiştek bi tu kesî nehat.
Hat ragihandin ku li navçeyên Zuogong û Mangkangê hîn avahî hilweşiyan û xebatên tespîtkirina xisarê jî didomin. Berpirsyaran diyar kir ku wan hêzên alîkariyê şandine herdu navçeyan lê ji ber ku li herêmê çiya hene û hin rê xirabûne, di çûn û hatinê de tengasiyê dikşînin.