Li cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê 11,5 milyon derbas kir
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 11,5 milyon derbas kir.
Ankara
Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 11,5 milyon derbas kir.
Li gorî malpera înternetê ya "Worldometer"ê ku daneyên derbarê pêketiyên nû li serê tên parvekirin, li cîhanê hejmara pêketinên Kovîd-19ê gihişt 11 milyon û 500 hezar û 65an.
Li DYAya ku li seranserê cîhanê herî zêde ji Kovîd-19ê bi bondor e, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 972 hezar û 224an.
Bi dû DYAyê de welatên ku herî zêde pêketin lê hatin tomarkirin bi vê rêzê ne, Brezîlya (milyonek û 579 hezar û 837), Hîndistan (697 hezar û 836), Rûsya (681 hezar û 251), Perû (299 hezar û 80), Îspanya (297 hezar û 625), Çîlî (295 hezar û 532), Îngiltere (285 hezar û 416), Meksîka (252 hezar û 165), Îtalya (241 hezar û 611), Îran (240 hezar û 438) û Pakistan (228 hezar û 474).
Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 205 hezar û 758an.
Hejmara welatên ku pêketiyên wan 50 hezar derbas kirine wiha hat rêzkirin:
"Erebistana Siûdî (209 hezar û 509), Almanya (197 hezar û 558), Afrîkaya Başûr (196 hezar û 750), Fransa (166 hezar û 960), Bangladêş (162 hezar û 417), Kolombiya (113 hezar û 389), Kanada (105 hezar û 533), Qeter (99 hezar û 799), Çin (83 hezar û 553), Arjantin (75 hezar û 376), Misir (75 hezar û 253), Swêd (71 hezar û 419), Endonêzya (63 hezar û 749), Belarûs (63 hezar û 554), Belcîka (61 hezar û 838), Ekvador (61 hezar û 535), Iraq (60 hezar û 479), Îmarat (51 hezar û 540) û Hollanda (50 hezar û 335)."
Kovîd-19a ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin, nuha li zêdetir 200 welat û herêman belav bûye.
Li seranserê cîhanê 535 hezar û 463 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.
Heta nuha 6 milyon û 518 hezar û 389 pêketiyên Kovîd-19ê rehet bûne. Dermankirina 4 milyon û 446 hezar û 95 kesan jî berdewam e. Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.