Önder Beyter
29 Gulan 2019•Rojanekirin: 30 Gulan 2019
Li başûrê Çînê ji ber taviyê 7 kes mirin, 4 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ajansa Şinhuayê, Li Herêma Xweser a Guangşi Cuang a welêt ji ber taviyê 7 kes mirin, 4 kes birîndar bûn û herwiha 2 kes jî wenda bûn.
Li herêmê ji ber taviya ku 21 navçe hildan bin tesîra xwe, 185 mal tep bûn, di 9 hezar û 170 hektar zeviyên çandiniyê da ziyan çêbû.
Li herêma xweser ziyana aboriyê ya rasterast gihîşt 133 milyon yuenî (nêzîkî 19,3 milyon dolar) û herwiha nêzîkî 9 hezar kesî jî bo deverên aram hatin veguhestin.
Herwisa taviyê tesîr li jiyana 200 hezar kesî kir. Hikûmeta herêmî kon û lihêf di serî da çend cure alavên jiyanê li gel belav kirin.