Önder Beyter
09 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2020
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, li nêzîkî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Herêma Kesk a Bexdayê 2 fuze ketin xwarê.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin da jî hat dîtin ku li Balyozxaneya Amerîkayê sîrenên hişyariyê lê dan.