Haydar Karaalp
10 Îlon 2024•Rojanekirin: 11 Îlon 2024
Li Bexdaya paytextê Iraqê li baregeha kontrolê ya eskerî bombeya ku di "Tuk Tuk"a texsiya motor da hatibû bicihkirin, teqiya.
Li gor nûçeyên medyaya herêmî ya Iraqê, li herêma eş-Şûleyê ya Bexdayê tuk tuka texsiya motor nêzî baregeha kontrolê ya eskerî bû û bombeya ku tê da hatibû bicihkirin, teqiya.
Hat îdiakirin, di teqînê da 2 hêzên ewlehiyê yên ku li baregeha kontrolê wezîfedar bûn, hatin kuştin.
Der heqê teqînê da meqamên fermî hê tu daxuyanî nedane.