Haydar Karaalp
21 Adar 2026•Rojanekirin: 22 Adar 2026
Li Bexdaya paytextê Iraqê li dû hev dengê teqînan hat bihîstin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirtin, Baregeha Vîctorîayê ya li nêzîkî Balafirgeha Navneteweyî ya Bexdayê û şaxa piştgiriya lojîstîkî ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li heman herêmê, ji aliyê balafira bêmirov (ÎHA) va hedef hatin girtin.
Ji hêla din, moşekek li xaniyekî li taxa Seyîdiyeyê ya Bexdayê ket.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin belavkirin da tê dîtin ku zirareke girîng di xanî da çêbûye.
Rayedarên Iraqê der barê mijarê da hê daxuyaniyek nedan.