Dinya

Li Bexdayê teqîn: kuştiyek, 12 birîndar

Haydar Karaalp   | 15.04.2021
Li Bexdayê teqîn: kuştiyek, 12 birîndar

Baghdad

 Li Bexdaya paytextê Iraqê bombeyeke di wesayîtekê da hatibû bicihkirin teqiya, li gor agahiyên ewil kesek hat kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Şaxa Medyayê ya Ewlehiyê ya girêdayî hikûmeta Iraqê, li taxa Hebîbiyeyê ya li ser herêma Sadrê bombeyeke di wesayîtekê da hatibû bicihkirin teqiya.

Di daxuyaniyê da hat gotin li gor agahiyên ewil kesek hat kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin wesayîtên li der û dorê jî zirar dît.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın