Dinya

Amerîka û Efxanistan li ser mijara vekişandina eskeran axivîn

Sayed Khodaiberdi Sadat  | 15.04.2021 - Rojanekırın : 16.04.2021
Amerîka û Efxanistan li ser mijara vekişandina eskeran axivîn

Afghanistan

 Antony Blinkenê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê wekî surprîz Kabula paytextê Efxanistanê ziyaret kir û bi Ebdilah Ebdilahê Serokê Konseya Bilind a Lihevkirina Neteweyî ya Efxanistanê ra li ser mijara ji Efxansitanê vekişandina eskerên Amerîkayê axivî.

Di hevdîtinê da Ebdilah got Amerîkayê biryar da ku eskerên xwe ji Efxanistanê vekişîne û piştgiriyê didin vê biryarê.

Ebdilah got Amerîkayê teehûd kir ku ew ê ji vê şûnda alîkariyê bide Efxanistanê ji ber vê Amerîka teqdîr kir.

Blinkenê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê jî got biryar dan ku eskerên xwe ji Efxanistanê vekişînin.

Blinken got vekişandina eskerên Amerîkayê nayê wê meneyê ku têkilî û hevkariya herdu welatan bidawî dibe, di navbera herdu welatan da têkilî û hevkariyeke teze dest pê dike, di vê pêvajoyê da ew ê di gelek qadan da hevkariyê bidomînin.

Li bendê ne ku Blinken bi Eşref Xeniyê Serokomarê Efxanistanê ra jî were ba hev.

Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê duh diyar kiribû ku ew ê hetanî 11ê îlonê tevahiyê 2 hezar û 500 eskerên Amerîkayê yên li Efxanistanê vekişînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın