Elif Irmak
12 Gulan 2020•Rojanekirin: 13 Gulan 2020
Li Belçîkayê jimara waqieyên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 330 zêde bû û derket 53 hezar û 779an.
Di daxuyaniya ji Navenda Qeyranê ya Belçîkayê hat dayîn da hat ragihandin ku li welêt di 24 saetên dawîn da 43 kes rakirin nexweşxaneyê û 35 kes ji nexweşxaneyê hatin derxistin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku jimara kesên bi Kovîd-19ê ketine 330 zêde bû û derket 53 hezar û 779an û hat diyarkirin ku 65 kes mirin.
Bi vî awayî ji destpêka şewbê vir va jimara kesên ku li welêt mirin derket 8 hezar û 761î. Ji sedî 48ê van kesan li nexweşxaneyan, ji sedî 51ê wan jî li malên aramiyê mirine.