13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
QAHÎRE
Hat ragihandin ku li Behra Spî, kelekeke ku koçberan dibir binav bû, ditirsin ku 97 kesên di kelekê de xeniqîbin.
Berdevkê Ewlehiya Beravan ê Libyayê Eyup Gassim got ku keleka ku koçberên ji Efrîkayê têdebûn û ber bi Ewropayê ve diçû li Behra Spî binav bû. Tê texmînkirin ku 97 kesên di kelekê de xeniqîbin.
Gassim diyar kir ku 23 koçber 10 kîlometre dûrî peravê hatin xilaskirin û got ku di nav 97 rêwiyên winda da 15 jin û 5 zarok hene.