13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 14 Nîsan 2017
WASHINGTON
Koalîsyona dijî DEAŞê ya ku serkêşiya wê DYA dike diyar kir ku bi şaşî li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) yên ku pêşengiya wan PYD/PKK dike xist, di encama êrîşê de 18 milîtanên HSDê hatin kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Operasyonên Bibiryarên Siruştî yê Hêzên Wezîfeya Hevpar da hat ragihandin ku di encama operasyona koalîsyonê ya di 11ê nîsanê de bir ser başûrê Tebqkayê de 18 milîtanên HSDê mirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêzên hevkar ciyê ku êrîş birin ser wekî baregeha DEAŞê nîşan da. Ya rast ew cî yê hêzên HSDê bû."
Di daxuyaniyê de cî dan peyama sersaxiyê û hat gotin ku wê DYA, li hemberî DEAŞê piştgiriyê bide HSDê.