Sayed Khodaiberdi Sadat
08 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2021
Li Sayed Abada herêma Kunduza wilayeta li bakurê Efxanistanê di êrîşa bombeyî ya li mizgefteke Şiiyan da hejmara kuştî û birîndaran ji 100î derbas bû.
Berdevkê Talibanê Zabîhullah Micahîd destnîşan kir li herêma Sayed Abada Kunduzê piştî nimêja înê li mizgefteke Şiiyan êrîşa bombeyî hat kirin.
Micahîdê diyar kir kuştî û birîndar hene got ku hêzên Talibanê çûne herêmê û der barê êrîşê da lêkolîn dane destpêkirin.
Li gor agahiyên ji Nexweşxaneya Kunduzê hatin hildan di êrîşê da li gor agahiyên ewil 15 kes hatine kuştin û 100 kes jî birîndar bûne.
Li gor agahiyan êrîşa xwekujiyê hatiye kirin û hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.
Hêzên Talibanê rêyên diçin mizgeftê girtine.
Li Efxanistanê piraniya êrîşên dijî Şiiyan DEAŞa rêxistina terorê hildabûn ser xwe.