Nihat Kavşut
26 Mijdar 2019•Rojanekirin: 26 Mijdar 2019
Li gor daxuyaniya Enstîtuya Hawirdor, Av, Vejen û Zanistên Erdnîgariyê ya Albanyayê navenda erdhejê 15 kîlomêtro dûrî bajarê Diraçê ye ku li rojavayê welêt dikeve û erdhej bi lerza 6,4an 38 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê kesek ji ber panîkê xwe ji avahiyê da avêtiye û miriye.
Li gor agahiyên Wezareta Tenduristiyê jî 150 kesên birîndar bûne li nexweşxaneyan tên dermankirin.
AFAD: Piştî erdheja li Albanyayê ekîba lêgerîn û xilaskirinê dê bo herêmê were şandin
Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD) ragihand ku piştî erdheja li Albanyayê, ji bo ku beşdarî xebatên lêgerîn û xilaskirinê bibe, ji bo herêmê ekîb dê were şandin.
Di daxuyaniya AFADê da wiha hat gotin:
"Piştî erdheja bi mezinahiya 6,2 pile ya li Albanyayê, ji bo ku beşdarî xebatên lêgerîn û xilaskirinê bibe, ekîba lêgerîn û xilaskirinê ya AFADê digel 3 wesayît û ekîba UMKE ya Wezareta Tenduristiyê bi balafira TSKyê diçe herêmê."