QAHÎRÊ
Li Misrê bi hezaran derbenexwazan li paytext Qahîreyê û 27 bajaran bi xwepêşandanan derbe protesto kirin. Derbenexwazan piştgirî da serokomarê hilbijartî Mursî ku bi derbeyê ji wezîfeya xwe hatibû dûrxistin.
Darbe Karşıtları Koalisyonu'nca ülke genelinde "Milyonluk Şehitler" sloganıyla düzenlenen gösterilerde, Savunma Bakanı Abdulfettah es-Sisi ve darbe karşıtı sloganlar atıldı, olaylarda hayatını kaybedenlerin posterleri taşındı.
Di xwepêşandinan de koalîsyona derbenexwazan, bi dirûşmeya 'Şehîdên Milyonî' li dijî Wezîrê Parastinê Abdulfettah es-Sîsî û derbeyê xwepêşandan li dar xist.
Nûnerên qebîleyên bedewî yên ku li nîvgirava Sînayê û herêmên Rojavayê dijîn, nûnerên eşêrên Nûdiyan û Saîdî jî bêşdarî xwepêşandina li qada Rabiatul Adewiyeyê bûn.
Xwepêşandinên Qahîreyê, li qada Rabiatul Adewiye, qada Nahdayê û avahiya Navenda Îstixbarata Misrê zêde bûn.
Li Îskenderiyeyê bi sed hezaran kes meşiyan
Li Îskenderiyeyê li kolanên Sîdî Gabîr û El-Kornîşê bi sed hezaran kes, di xwepêşandanên dijî derbeyê de ji bo kesên di çalakiyan de hatin kuştin, meşiyan.
Li navenda El Arîşa bakurê Sînayê, ji 30 hezarî zêdetir xwepeşandêr li ber avahiya walîtiyê kom bûn û derbe protesto kirin.
Li başûr, bajarên Luksor, Aswan, Asyutê, li kêleka qenala Şuweyşê bajarên Suweyş, Îsmaîliye û Port Sîedê jî dijî derbeyê meşîyan û xwestin bila Mursî di demeke kurt de serbest bê berdan.
Li bajarên ber devê çemê Nîlê Şarqiye, Mansura, Dîmyat,Tanta û Mînyeyê jî derbenexwaz li kuçeyan pankartên; 'Em rêveberiya leşkerî naxwazin, Em demokrasiyê dixwazin, Em Serokomarê hilbijartî Mursî dixwazin' hilgirtin.
Li başûra welêt, li bajarê Marsa Matru xwepêşandinên mezin hatin lidarxistin.
Berdevkê Partiya Azadî û Aştiyê ku beriya derbê li desthilatiyê bûn Cîhad el-Heddad, daxuyanî da nûçevanê AAyê û got ku gel piştgiriyeke mezin da xwepêşandinan û heta ku derbe ji holê ranebe dê çalakî bidomin.