Li gor nûçeya televizyona dewletê Navenda Sîsmolojiyê ya Enstitûya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê daxuyand ku 14 kîlomêtro di bin erdê de erdhejeke lerza wê 5,2 bû, çêbû. Hat daxuyandin ku navenda erdhejê kendava Farsê ye.
Hat gotin ku erdhej li bajarê Benderabbasê jî hat hîskirin. Di erdhejê de tu xisar çênebû.
Li eyaleta Buşehrê jî hefta borî erdhejeke lerza wê 5,4 bû, çêbibû.