MONTRO
Beriya Konferansa Cenewre-2yê ya dê îro ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyeyê li bajarê Montroyê bicive, Wezîrê Karên Derve yê DYAyê û yê Rûsyayê hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban jî cih girt.
Serokên dewletan ji bo beşdarî Konferansa Cenewre-2yê bibin hatin Montroyê. Beriya Konferansa Cenevre-2yê, Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kerry, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Kî-mun digel Nûnerê Taybet yê NY û Yekîtiya Ereban ê Sûriyeyê El Ahdar el-Îbrahîmî re hat bal hev.