WASHINGTON
Bakurê rojhilata Amerîkayê ji ber berf û hewaya sar li Washinghtonê zehmetî tê kişandin.
Di van salên dawîn de li Amerîkayê zivistana herî sar e. Berf û bahoza ku ji eyaleta Vîrgînîayê heta New Englandê diçe zehmetiyê derdixe.
Li paytext Washingtonê serê sibê pê ve berf dibare. Pisporên meteorolojiyê hişyarî dan ku welatî êvarê rêwitiyê nekin. Li bajêr cihên fermî tetîl bûn. Vîrgînîa, Maryland û eyaletên der û dor dibistan tetîl bûn.
Li balafirgehan jî seferên balafiran hatin betalkirin.
Tê texmînkirin ku berf dê sibê jî bibare.