Kon û alîkariya mirovî şandin Îdlibê
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê ji ber baranê kon di binê avê da man, ji ber vê ji Hatayê kon û alîkariya mirovî hat şandin.

Hatay
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê ji ber baranê kon di binê avê da man, ji ber vê ji Hatayê kon û alîkariya mirovî hat şandin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Hatayê ji ber ku li Îdlibê zêde baran barî û kon di binê avê da man bi serkêşiya Walîtiyê ji malbatan ra kon û alîkarî hat şandin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li Îdliba bajarê Sûriyeyê ji ber barana gur kon di binê avê da man. Bi serkêşiya Walîtiya me kon û alîkariya mirovî yên ku ji hêla AFAD, Hîva Sor a Tirkan û saziyên civakî va hatine berhevkirin li penaberan tên belavkirin. Înşaeta malên brîkêt ên ji bo penabera tê çêkirin jî dewam dike."